PeyamaKurd - Li Bexdayê di navbeyna xwenpêşander û çekdarên nenas de alozî û şe rû dan û di encam de 13 xwepêşanderên din hatin kuştin û zêdetirî 40 kesên din jî birîndar bûn.
Duh, li ser her dû pirên Senk û Ehrar a Bexdayê alozî û şer rûda û behsa wê yekê tê kirin, ku çekdarên nenaskirî teqe li xwepêşanderan kirine û di encam de, 13 xwepêşander hatine kuştin û 40 kesên din jî, birîndar bûn e.
Herweha li Meydana Xlan jî, şer derketiye û teqe li xwepêşanderan< hatiye kirin û di encam de hejmarek xwepêşander brîndar bûne.
Li gorî şaneya ragihandina ewlekariyê jî, di şer li nav xwenîşanderan de molotof hatine bikaranîn û niha tîmên berevaniya şaristanî, mijûlî vemirandina agirê wî şerî ne.
Hat diyarkirin ku heya niha nasnameya wan çekdaran ne diyar e, ku teqe li xwepêşanderan kirin e, lê wêneyên wan hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin