PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku îro di encama destwerdana hêzên ewlehiyê ya ser xwepêşanderan de, 4 xwepêşander li Bexdayê hatin kuştin.
Çavkaniyeke ji tenduristiya Iraqê ji Reutersê re ragihandiye ku xwepêşandanên Bexdayê îro ji nû ve rastî tundûtujiyê hatine û 4 xwepêşander di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de hatine kuştin.
Li gorî zanyariyên medya Iraqê, xwepêşanderan xwestiye berbestên çementoyî yên li ser kolana Reşîd rakin, lê hêzên ewlehiyê bi guleyan rê li ber wan girtiye û 4 xwepêşander hatine kuştin û zêdetir ji 35 xwepêşanderan jî birîndar bûne.
Ji destpêka meha Cotmehê ve heta niha zêdetirî 280 kesan di xwepêşandanan de can dane û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin