PeyamaKurd – Li Brîtanyayê Lijneya Wezîran rêkeftina welatî bi Yekîtiya Ewropayê re pesend kir.
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May piştî civîna bi wezîran re li lijneyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Mayê da zanîn ku biryara lijneyê ya dawîn ew e ku piştgiriyê li rêkeftina Brexitê bikin.
Herwiha May destnîşan kir: “Ji dil û can bawer dikim ku ev a ji bo berjewendiya temamê Brîtanyayê biryara herî baş e."
Li gor rêkeftina di navbera Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê de Brîtanya wê di 29ê Adara 2019an de ji Yekîtiya Ewropayê veqete.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin