PeyamaKurd- Li gor ragihandina rojnameya Dawnê; li welatê Pakistanê li ciyê bazarê kesekî bi xwe de bombe teqand û di encamê de 20 kes mirin û 48 kes birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê wezîrê karên hundir yê Belîcistanê Ziyaûllah Langowe de hat kirin û got ku ev kiryar, kiryareka xwekujiyê ye.
Wezîr Langowe, li gor texmîna xwe got ku di bûyerê de hedefeka diyar tine ye. Di nava kuştiyan de piraniya wan ji cemaeta Hazarê ne û wekî din di nava wan de ji cemaetên din kes hene. Di nava kuştiyan de ji hêzên asayîşê jî hinek kes hene.
Kesên birîndar hatin birin bo nexweşxaneyan lê di nava wan de hene ku birînên wan giranin. Dibe jimara miriyan zêde bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin