Li Denizliyê cotyarê brûskê lê xist can da

Li Denizliyê cotyarê brûskê lê xist can da

PeyamaKurd – Li bajarê Denizli ya Tirkiyê li navça Tavasê li gundê Nikferê kesê bi navê Himmet Ö. (46) di wexta di nav erdê xwe de dixebitî, brûskê lê xist.

Dema rewşa wî ji tîmên lezgîn yê 112an re gotin, tîmên 112an bi cendrimeyan re çûn ciyê rûdanê. Dema kontrola Himmet Ö. ya tenduristiyê kirin, dîtin ku li ciyê rûdanê can daye.