Li Derya Reş li 2 tankêrên Yûnanistanê xistin

Dîroka Weşanê :
Li Derya Reş li 2 tankêrên Yûnanistanê xistin

PeyamaKurd – Li Derya Reş nêzî Xeta Boruyê ya Hazarê 2 tankêrên Yûnansitanê ketin ber êrîşên dronan (İHA). Nehat zanîn bê êrîş ji aliyê kî de hatine kirin.

Her 2 tankêr li lîmana Rûsyayê ya bi navê Novorossiyskê li termînala CPC rawestiyabûn û li benda barkirina barên xwe bûn.

Tankêra bi navê Matilda, ji CPCê 30 mîl dûr, dema di ava balastê de bû, ket ber êrîşê, derbekî biçûk lê ket û dikarin tamîra wê bikin.

Lîmana navborî termînala wê ya CPCê, petrola Kazakistanê %80 yê wê neqil dike lê ji ber êrîşên berê kêmasî ketiye îxracata ji lîmanê.

Li gor ajansa Reutersê; bi, sedema vê êrîşê car din di neqliyata enerjiya Derya Reş de, endîşe peyda bûne û ewlehiya deverê ketiye talûkê.

Li gor Reutersê, şirketa Yûnan ya Delta Tankers, tankêra Delta Harmonyê dixebitîne û diviya ji seha petrolê ya Tengizê petrolê bar bikira.

Tankêra dinê ya bi navê Matilda ji aliyê şîrketa Yûnan ya bi navê Thenamaris de wê ji seha Karachaganakê petrolê bar bikira.