Li Dûbaiyê helikopter ket: 4 mirî

Li Dûbaiyê helikopter ket: 4 mirî

PeyamaKurd- Li dewleta Emarata li Dûbaiyê helîkoptereka biçûk ket û 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Di nava miriyan de 4 Îngîlîz û yek jî ji Afrîka Başûr heye.

Nûçe ji aliyê ajansa fermî ya Emaratan ji aliyê WAM ê de hat dayîn. Qeydiya balafirê li Brîtanyaye û tîpa wê Diamond DA42 e. Balafir li balafirgeha Dûbaiyê ya navdewletî ketiye.

Piştî ketina balafirê di seferan de derengmayîn çêbûye lê piştî demeke kurt car din normal bûye. Li gor baregeha hukumetê ya medyayê; balafir bi sedema mijareka teknîkî ketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin