Li Efrînê zordarî û îskence xilas nabin!

Li Efrînê zordarî û îskence xilas nabin!

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê, li dijî gelê Kurd zordarî û îşkenceya Artêşa Azad her ku diçe zêdetir dibe.

Van rojên dawiyê komên çekdar welatiyê bi navê Abdurrahman Mihemed Tobal hatibû revandin. Tobal îşkenceyên giran dîtibûn.

Li ser van îşkence û zordestiyan, Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê daxuyaniyek da û got ku Tobal rakirin nexweşxaneyeke Tirkiyê û nahêlin ku kesekî ji malbata xwe bibîne.

Ji xeynî vê jî çapemeniya Kurdî ragihand ku komên çekdar Rustem Eslan Mamo jî ji mala wî hate revandin û dest danîne ser trempêl û pereyên wî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin