PeyamaKurd – Li welatê Fîlîpînê li bajarê Cotabato li navça Antipasê kamyonekî û mînîbusekî li hev ketin û di encamê de 17 kes mirin.
Li gor ragihandina polîsê Antipasê Godofredo Tupas; kamyona ku di serejêrê de diçû, frêna wêw vala bûye, nikaribûye raweste û li mînîbusa rêwiyan xistiye.
Agir bi mînîbusê ketiye, rêwiyên di mînîbusê de tevî ajotvanê wê 17 kes mirine. Tenê rêwiyekî rizgar bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin