Di çûnûhatê de 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn

Di çûnûhatê de 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê ser rêya Hevrîşimê di sê qezayên cuda de 3 zarok mirin û 8 kes birîndar bûn. Duhî, TIRekî û otomobîlekî li hev ketin û di qezayê de Şerzan Botan A.can da û Mehmet Esir A., Helin A., Berivan A. û Alan Berken A. birîndar bûn.

Di heman guzergahê de otomobîlekî da nav ava ser rê û wergeriya. Di encamê de bebekê bi navê Yiğit Efe B. can da û Ferhat B., Zeynep B., Aslan Efe B. û Meliha B. birîndar bûn.

Îro li ser heman rêyê, serê siba TIRekî li zarokekî xist û zarok jiyana xzwe ji dest da. Cesedê wî birin nexweşxana dewletê ya Nisêbînê.

Di qezayan de kesên birîndar bûn wan birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya navça Nisêbînê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin