Li Fransayê di “Cejna Muzîkê” de êrîşê jinan kirin: 145 birîndar

PeyamaKurd – Li Fransayê di Cejna Mûzîkê (Fete de la Musique) de bi şirinayê êrîşê jinan kirin, 145 jin birîndar kirin û di êrîşan de hêzên asayîşê 12 kesan xist bin çav. Her weha li seranserê Fransayê jimara birîndaran ji 1500 kesî derbas kir.
Li Fransayê her sal di 21ê Hezîranê de Cejna Mûzîkê (Fete de la Musique) tê lidarxistin. 145 jin bi sedema di wexta cejnê de bi şiringayan li jinan xistine, jin giliyên xwe ji polîs re kirin û gelek jinan birin nexweşxaneyan.
Di kontrola doktoran ya jinan de, dîtin ku şiringa li çîm, mil û stûyên wan xistine. Di jinan de gêja serî, lihevketina mîda wan û xeriqandin çêbûye. Di nav şiringayan de çi madde heye nayê zanîn lê pispor ragihandin ku dibe di şiringayan de maddên kimyewî yên bi zerar hebin.
Hinek grûbên tundrew bi polîsan re pevçûn, 51 erebeyan şewitandin. Rayedar ragihandine ku 13 birîndar polisin û li seranserê Fransayê 371 kesan xistine binçav.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




