Turkish Airlinesê gelek geştên xwe yên li Rojhilata Navîn betal kir

PeyamaKurd – Piştî êrîşa Îranê ya li ser baregeha Amerîkî ya li Qeterê, hate ragihandin ku gelek geştên Rêyên Hewayî yên Tirkî (THY) li herêmê hatine betalkirin.
Şêwirmendê Çapemeniyê yê Turkish Airlinesê Yahya Ustun roja Duşemê 23ê Hezîrana 2025an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Ustun di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
"Rêwiyên hêja, seferên me yên ber bi Behreyn, Demmam, Doha, Dubay, Kuweyt, Ebû Dabî û Muscatê yên ku ji bo 23ê Hezîrana 2025an hatibûn plankirin hatine betalkirin. Em ji we dixwazin ku hûn nûvekirinên derbarê seferên xwe de li ser malpera me bişopînin."





