Rûsyayê bi moşekên balîstîk êrîşî trêna rêwiyan kir: Gelek kuştî hene

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Rûsyayê li herêma Dnipropetrovsk bajarê Dniproyê bi moşekên balîstîk êrîş trêna rêwiyan kir.
Di encama êrîşê de, herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzîkî 70 kes jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de zarok jî hene.
Rêhesinên Ukraynayê (Ukrzaliznytsia) di derbarê êrîşê de ragihand ku trêna rêwiyan a bi hejmara 52 ya Odessa-Zaporizhia di êrîşa Rûsyayê ya li ser Dnipro de zirar dîtiye û da zanîn, "Ji bo ewlehiya rêwiyan, trêneke yedek tê amadekirin."
Baxçeyê zarokan jî zirar dît
Hate diyarkirin ku di êrîşa li Dnipro de gelek avahiyên sivîl zirar dîtin, di nav de baxçeyekî zarokan, saloneke werzîşê, avahiyeke îdarî û xaniyekî xwendekaran jî heye. Piştî êrîşê li bajêr şewat derketiye û hejmara cihên zirar dîtî zêde bûye.
Waliyê herêmê Serhiy Lysak got ku di êrîşê de "bi taybetî cihên ku zarok lê bûn jî hatine hedefgirtin." Li gorî agahiyên fermî yên, di êrîşên li Dnipro de hejmara miriyan derket heft kesan. Di êrîşan de ku nêzîkî 70 kes birîndar bûn, deh zarok bi dereceyên cuda birîndar bûn. Rewşa pênc birîndaran giran e. Li herêma Samara jî du kesan jiyana xwe ji dest dan û neh kes jî birîndar bûn.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




