THY, dest bi seferên Kurdistanê û Iraqê dike

PeyamaKurd – Şîrketa rêyên hewayî ya Tirkiyê THY (TurkishAirlines) seferên xwe yên rêwiyan ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ji nûh de dide destpêkirin. Rêvebireê giştî yê THY Bilal Ekşi agahiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û got:
“Em roja Çarşemê dest bi seferên xwe yên Iraqê (Erbîl û Bexda) dikin.”
THY ji ber şerê navbera Îsraîlê û Îranê seferan dabû rawestandin.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.