Konsulê Urdinê ji Serok Barzanî xatir xwest

Konsulê Urdinê ji Serok Barzanî xatir xwest

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Hezîranê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Şahnişîna Urdinê Fuad Xazir Mecalî kir ku ji ber bidawîbûna erka wî ji bo xatirxwestinê ev serdan kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Urdinê spasiya rola Serok Barzanî ya di kûrkirina dostanî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe de kir. 

Macalî rola Serok Barzanî ya di pêkanîna ewlehî û aramiyê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê bilind nirxand.

Serok Barzanî jî destxweşî li kar û hewlên Konsulê Urdinê kir, ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de û hêviya serkeftinê di erkê wî yê bê de jê re xwest.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.