Bav û 2 kur di çemê (Rûbar) Zê ya Biçûk de mirin

Bav û 2 kur di çemê (Rûbar) Zê ya Biçûk de mirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Koyê li gundê Bogdê malbata  Dr. Xalid Reşîd bi zarokên xwe ve ji bo geştiyariyê çû ber çemê Zê ya Biçûk.

Malbat, roja Şemî ya borî çûbû gundê Bogdê ji bo geştê (pîknîk). Destpêka bûyerê bi ketina kurê biçûk yê bi navê Abdurrahman (7) destpêkir. Bav Xalid Reşîd û kurê wî yê din yê bi navê Abdulezîz (13) ji bo kurê biçûk ji nav avê rizgar bikin xwe avêtin nav avê.

Lê ji ber avê gelek xwurt bû, her sê jî ketin ber pêlên avê û bi avê de çûn. Bav û her dû kurê wî di avê de fetisîn. Cesedê bav Dr. Xalid Reşîd û yê Abdulezîz hat dîtin lê cesedê kurê 7 salî hêj nehatiye dîtin.

Malbat, ji hêzên rizgarkirinê û dewletê alîkariyê dixwazin. Berê jî di çemê zê de gelek bûyerên weha qewimîne.

Hat ragihandin ku Dr. Xalid Reşîd di Zanko ya Koyê de mamoste bû ye.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.