Rojava: Li Kobanî 20 donim erdê genim şewitî

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 24ê Hezîranê di encama şewata zeviya genim de, li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê 20 donim erdên genim şewitî.
Li gorî zanyariyan, li rojhilatê bajarê Kobaniyê agir bi zeviyên genim ket. Şewatê 20 donim da ber xwe.
Tîmên agirkujiyê xwe gihandin cihê şewatê û agir vemirandin, lê ziyaneke mezin gihîşt erdê genim.
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




