Li Rojhilatê Kurdistanê pêla binçavkirinan: Li Pîranşarê 2 Kurdên din hatin girtin

Li Rojhilatê Kurdistanê pêla binçavkirinan: Li Pîranşarê 2 Kurdên din hatin girtin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji destpêka şerê Îsraîl-Îranê ango ji 13ê Hezîranê û vir de, pêleke girtin û binçavkirinan li Îranê û bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Li gorî raporên medyayî herî kêm 530 kes hatine girtin.

Herî dawî jî li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê 2 welatîyên Kurd ji aliyê Îtlaata Îranê hatin girtin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, Nasih Eyzen ê xelkê bajarê Pîanşarê û Yûsif Bazergan ê temen 40 salî xelkê Peswê li bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên îtilaata rejîma Îranê ve hatin girtin û ji bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Herwiha hatiye diyarkirin, piştî derbasbûna 5 roj ji binçavkirina Xalid Bayezîdî yê temen 43 salî, xelkê bajarê Şinoyê û derbasbûna 6 roj ji binçavkirina Xebat Kardanî yê xelkê bajarê Mihabadê, çarenivîsa wan hîn jî nediyar e.

Hêjayî gotinê ye, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser welatiyên Kurd ên hatine binçavkirin hê jî nayê zanîn.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.