Li Diyarbekirê 2 karker di înşaatê werbûn

PeyamaKurd – Li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya navendî ya Diyarbekirê Amedê, 2 karkerên înşaatê dema li avahiyekê dixebitîn di qata 4an werbûn. Li gorî agahiyan, di encama bûyerê de her du karker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku birîna karkerekî xedar e û ya yê din jî sivik e.
Piştî bûyerê her du karker rakirin nexweşxaneyên bajêr. Karkerê ku birîna wî sivik bû, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî, lê karkerê ku birîna wî xedar bû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji bo tedawiyê.
Lêpirsîn li ser bûyerê hat destpêkirin.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




