Koma ku ji HTŞê derketiye berpirsiya êrîşa dêra Şamê li xwe girt

PeyamaKurd- Koma çekdar a bi navê Seraya Ensar El-Sunne, berpirsiyariya êrîşa întiharî ya bi ser Dêra Mar Îlyas a li Şamê de, li xwe girt û îdia kir ku teqîn di encama ‘şerfirotina Xiristiyanên Şamê li hember banga rast’ encam daye.
Koma çekdar ‘Seraya Ensar El-Sunne’ îro 24ê Hezîranê bi daxuyaniyeke li ser platforma Telegramê berpirsiyariya teqînê li xwe girt û ragihand, êrîş xwekujî bûye û kesê ku xwe teqandiye, Muhemmed Zeynulabidîn Ebû Usman bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, êvara roja Yekşemê 22ê Hezîranê, xwekujekî kembera xwe ya bombekirî di nav Dêra Mar Îlyas a li taxa Duweyla ya Şamê de teqandibû ku wê demê merasîmeke olî li dêrê hebû. Di teqînê de herî kêm 25 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihandibû, êrîşkar çekdarê DAIŞê bûye, di destpêkê de gule reşandiye û dema guleyên wî xilas bûne, xwe bi kembera bombekirî teqandiye.
Koma çekdar a Seraya Ensar el-Sunne di 1ê Sibata 2025an de ji aliyê Ebû Ayşe El-Şamî ve, ku berê endamê Desteya Tehrîr El-Şam bû, hatiye damezrandin. Ebû Ayşe ji ber ku Tehrîr El-Şam (HTŞ) li hemberî Şîe û Elewiyan nerm didît, ji komê veqetiyabû. Hêjayî bibîrxistinê ye niha jî Sûriye ji aliyê koma HTŞ ve tê birêvebirin.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




