Êrîşê nexweşxanê kirin: 40 sîvîl mirin

PeyamaKurd – Rêvebirê giştî yê WHOyê (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) Tedros Adhanom Ghebreyesus di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku li welatê Sûdanê êrîşê birine ser nexweşxana El-Mucledê, ji 40an zêdetir kes mirine û gelek jî birîndar hene. Ghebreyesus di ser hesabê xwe yê Xê de got ku êrîşekî zahf berbat hatiye kirin bo ser dezga tenduristiyê û weha dewam kir:
“Vê carê êrîş, li Kordofan a Rojava li ser nexweşxana El-Mucledê hat kirin, di nav wan de zarok, xebatkarên tenduristiyê hene ku 40an zêdetir kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn. Divê mirov bi dengekî bilindtir li her derî beje ku êrîşên ser tenduristiyê bidin rawestandin.”
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.