Pizişkiyan bo agirbesta ligel Îsraîlê: Em ji bo maseya danûstandinê amade ne

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkîyan derbarê agirbesta ligel Îsraîlê de got, eger Tel Avîv agirbestê binpê neke, Tehran jî nake.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, Pizişkîyan bi Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm û Siltanê Omanê Heysem bîn Tarık bîn Teymûr Al Saîd re bi rêya telefonê axivî.
Di pêwendiya bi Serokwezîrê Malezyayê Îbrahîm re de, Pizişkîyan got, "Eger rejîma Siyonîst agirbestê binpê neke, Îran jî dê binpê neke. Em li ser maseya danûstandinan amade ne ku mafên rewa yên gelê Îranê biparêzin û li dû van mafan bin."
Pizişkîyan di pêwendiya xwe ya bi Siltanê Omanê Bîn Tarık re de jî diyar kir, "Bi hevkariya hevdu, em dikarin herêmeke ku ji şer û pevçûnan dûr, têr pêşketî, bi aştî û aramî ava bikin."
Herwiha Pizişkîyan da xuyakirin ku destwerdana rasterast a Amerîkayê di êrîşa leşkerî ya Îsraîlê de Îran neçar kir ku bersivê bide.
Siltanê Omanê Bîn Tarık jî diyar kir ku ew pê dizanin ku Îran niyeta êrîşkirina ser Qeterê nîne û got, "Oman û welatên din ên bira ne li herêmê, piştgiriyê didin hewldanên we yên ji bo parastina mafên gelê Îranê."
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.