Erdogan: Em nahêlin pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’ were têkdan

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro 24ê Hezîranê di axaftina xwe ya 30 saliya Sendîkaya Memur-Senê de got, ew nahêlin pêvajoya " Tirkiyeya Bêteror" ango pêvajoya xwefesihkirina PKKê û çekdanînê were têkdan û diyar kir, “Em bi biryar in vê pêvajoyê bi serkeftî bi dawî bînin.”
Erdogan wiha axivî: "Çi li derdora me û li herêmê biqewime bila biqewime, em ê li ser armanca xwe ya Tirkiyeyeke bê teror berdewam bin. Em ê tu derfetê nedin ku ev pêvajo were têkdan û em ê li ser soza xwe bisekinin. Em vê pêvajoyê weke siyaseta dewletê bi hişyarî bi rê ve dibin û me biryar daye ku em wê bi serkeftî bi encam bikin."
Serokomarê Tirkiyeyê li ser rewşa Sûriyeyê got: "Teror li herêma me weke amûrekê hat bikaranîn. Hewldanên hikûmeta nû ya Sûriyeyê yên ji bo aştiyê cihê kêfxweşiyê ne. Viyana wan a ji bo rûbirûbûna hemû rêxistinên terorîst gelekî xurt e û ew rê nadin kesên ku dixwazin Sûriyeyê ber bi paşerojeke tundûtûj ve bikişînin. Em ê piştevaniya pêwîst bidin wan."
Herwiha Erdogan got ku, hikûmeta Sûriyeyê wê li dijî "terorê" pêngavên bi bandor bavêje û di demeke kurt de wê di vî warî de pêşketin çêbibin.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




