Trump çêr bi Îran û Îsraîlê kir: Nizanin çi dikin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, beriya ku ji bo beşdarî Lutkeya NATO bibe bi rê bikeve, li ser geşedanên Rojhilata Navîn rawestiya û diyar kir ku ew ne ji Îsraîl ne jî ji Îranê razî ye. Trump, bi hêrs û çêr got ku herdu alî jî nizanin çi dikin.
Di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Truth Social de, Trump bang li Îsraîlê kir ku êrîşên xwe rawestîne û balafirên xwe vekişîne.
Trump got, "Îsraîl dê êrîşî Îranê neke. Hemû balafir dê vegerin. Kes dê zirarê nebîne. Agirbest di meriyetê de ye."
Ji bo Îranê jî got ku dibe ku ew fuzeya piştî ragihandina agirbestê bi ser Îsraîlê de hatiye avêtin bi şaşîtî be û xwest, herdu alî jî şer bidawî bînin.
Li ser guhertina rejîmê bo Îranê jî Trump got ku ew naxwaze bûyerên kaotîk rû bidin.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.