Li baxçê nexweşxanê kesekî hat kuştin

Li baxçê nexweşxanê kesekî hat kuştin

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li navça Sapancayê li baxçê nexweşxanê 2 kes bi hevre munaqeşe kirin û di encamê de kesê bi navê Ali Dursun (50) hat kuştin.

Hat ragihandin ku Ali Dursun bi kamyoneta xwe diçe nexweşxanê û li wê derê leqayê E.D. tê û munaqeşe dikin. Dursun, wexta diçe li kamyoneta xwe siwar dibe da here, E.D. bi demançê lê dixe û ew dikuje.

Li beşa lezgîn ya nexweşxanê her çendîn mudaxele dikin da wî rizgar bikin jî dimre. Cenazê wî birin nexweşxana Sakarya ya perwerdê û lêkolînê beşa Navenda Otopsiyê.

Kujer E.D. ji aliyê polîsan de hat girtin. Piştî polîs îfadên wî sitendin, ew derxistin dadgehê û dadgeh ew şand zîndanê.

Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.