Wezîrê dadê Yılmaz Tunç bi DEM Partiyê re hevdîtin kir

Wezîrê dadê Yılmaz Tunç bi DEM Partiyê re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Wekîlên serokê grûba DEM Partiyê Gülistan Kılıç Koçyiğit û Sezai Temelli bi wezîrê dadê yê Tirkiyê Yolmaz Tunç re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de çapemenî nebû û hevdîtin 40 deqe dewam kir. Li ser hevdîtinê Sezai Temelli got:

“Ji bo me hevdîtinekî gelek girîng bû. Di zîndanan de ji ber bicîhanîna tiştan pirsgirêkên mezin hene. Me behsa van pirsgirêkan kir. Ji bo çareseriya wan me pêşniyarên xwe got. Hêviya me ku wezaret di mijarê de xebatê bike. Ji bilî vê mijarê me behsa tiştekî dinê nekir…”

Temelli got ku wezîrê dadê ragihandiye ku niha di mijarê de xebatê dikin û weha dewam kir:

“Wezîr got ku mijarê zane û di mijarê de xebatê dikin. Me xwest ku lezê bidine xebatê. Me xwest ku pirsgirêkên girtiyên nexweş bixin pêşiya her tiştî. Pirsgirêkên wan hel bikin. Berya çêkiirna qanûnan, di kiryarê de çareseriyê bikin.”

Temelli got ku wê serokê meclisa Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş wê bi partiyan re ji bo mijara komîsyonê bicivin û wê civîn ya şêwrê be.

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.