Trump: Herdu welatan jî agirbest binpê kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump duh êvarê ragihand ku Îsraîl û Îran li ser agirbestekê li hev kirine, û destpêkê Îran dê agirbestê bide destpêkirin. Îro sibê, Îran û paşê Îsraîlê bi daxuyaniyên fermî agirbest pejirandine.
Lêbelê, çend saet piştî ragihandinê, Îsraîlê îdia kir ku Îranê êrîşeke mûşekî li bakurê welêt kiriye. Tê gotin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ferman daye artêşê ji bo êrîşeke mezin li ser Tehranê. Îranê ev îdia red kirin û got ku wan mûşek neavêtine û agirbest binpê nekirine.
Daxuyaniya Trump: "Ez ji Îsraîlê pir nerazî me"
Trump, beriya Civîna Bilind a NATOyê li Den Haagê, bi rojnamevanan re axivî û got ku her du alî jî agirbestê binpê dikin.
Wî diyar kir ku ew “ji her du welatan nerazî ye, lê bi taybetî ji Îsraîlê nerazî me.” Wî bang li Îsraîlê kir û got: “Eger hûn vê bikin, ev ê binpêkirineke mezin be.”
Paşê, Trump ji hesabê xwe yê Truth Socialê peyamek par ve kir û got: “Bombeyan neavêjin. Ger hûn bikin, ev ê binpêkirineke mezin be. Pîlotên xwe vegerînin malên xwe.”
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




