Wezareta Derve ya Tirkiyeyê li ser agirbesta Îsraîl û Îranê daxuyanî da

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyeyê derbarê agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de, ku piştî 12 rojên pevçûnan pêk hat, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Em bi kêfxweşî pêşwazî li nûçeya lihevkirina Îsraîl û Îranê ya li ser agirbestê dikin. Lêbelê, em daxuyaniyên derbarê binpêkirina agirbestê ji nêz ve dişopînin. Em bang li her du aliyan dikin ku di vê qonaxa krîtîk de bi tevahî pabendî agirbestê bin. Di demekê de ku Rojhilata Navîn ji her demê bêtir hewcedarî aştî û aramiyê ye, divê gavên ber bi çareseriyeke berfireh û domdar bêne avêtin. Di vê çarçoveyê de, em bawer dikin ku vekirîhiştina kanalên diyalog û dîplomasiyê gelekî girîng e. Pêvajoyê careke din nîşan da ku pirsgirêka Filistînê, ku bingeha gelek aloziyên Rojhilata Navîn e, divê di zûtirîn demê de bê çareserkirin. Tirkiye amade ye ku piştgiriyê bide hemû hewldanên ji bo aştiyê li herêmê û tevkariyên erênî bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump spasiya Tehranê kir ji bo agahdariya pêşwext a êrîşê û ragihand ku di êrîşa Îranê ya şeva borî ya li ser Baregeha Hewayî ya El Udeyd a li Qeterê de ti qurbanî çênebûne. Trump diyar kir ku Îsraîl û Îran li ser agirbesteke tevahî li hev kirine, û got:
"Îran dê di saet 12an de, Îsraîl jî di saet 24an de agirbestê bide destpêkirin, û cîhan dê dawîbûna şerê 12-rojî pîroz bike."
Îranê di destpêkê de ragihandibû ku eger Îsraîl êrîşên xwe rawestîne, ew ê agirbestê qebûl bike. Medyaya dewletê ya Îranê sibehê piştrast kir ku Tehranê agirbest daye destpêkirin. Îsraîlê jî bi rêya Ofîsa Serokwezîrê xwe agirbest bi fermî erê kir û hişyarî da ku her binpêkirineke ji aliyê Îranê ve dê bersiveke tund bi xwe re bîne.
Lêbelê, di demjimêrên destpêkê yên agirbestê de, artêşa Îsraîlê îdia kir ku Îranê bi êrîşeke mûşekî agirbest binpê kiriye. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Katz ferman da ku li Tehranê "hedefên rejîmê" bêne hedefkirin. Televîzyona dewletê ya Îranê ev îdiayan red kirin û diyar kir ku tu mûşek ji Îranê ber bi Îsraîlê ve nehatine avêtin.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




