PeyamaKurd - Li parêzgeha Belûçistan a ku dikeve rojavayê Pakistanê, di qezayeke otobusê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a ku ji bajarê Quetta ber bi Peshawarê ve diçû, li herêma çiyayî ya Dana Sarê kontrola xwe winda kir û ji bilindahiya nêzîkî 20 metreyan kete nav geliyekî kûr.
Rayedaran ragihand ku tîmên rizgarkirinê ji ber mercên dijwar ên deverê û erdnîgariya çiyayî bi zehmetiyeke mezin gihîştine cihê karesatê daku birîndaran derxin û veguhêzin nexweşxaneyan. Hate diyarkirin ku rewşa sê ji birîndaran giran e.