Li Humsê di mizgeftekê de teqîn pêk hat: Gelek mirî hene

Dîroka Weşanê :
Li Humsê di mizgeftekê de teqîn pêk hat: Gelek mirî hene

PeyamaKurd – Li parêzgeha Humsê ya li navenda Sûriyeyê, di dema nimêja înê de li mizgeftekê teqînek qewimî û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku teqîn li Mizgefta Elî Talib a li herêma Humsê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ji çavkaniyên herêmî û fermî hatine girtin, di encama vê teqînê de herî kêm 5 kes mirine û 9 kesên din jî birîndar bûne. Tîmên tenduristiyê birîndarên bûyerê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên nêzîk û hate ragihandin ku rewşa hinek ji wan giran e.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê piştî bûyerê herêma mizgeftê dorpêç kirin û ji bo tespîtkirina sedema teqînê û dîtina berpirsan lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin. Heya niha tu daxuyaniyeke fermî derbarê nasnameya êrîşkaran de nehatiye dayîn.