Li Îranê êrîs hat kirin: Kustî hene!

Li Îranê êrîs hat kirin: Kustî hene!

PeyamaKurd- Li gorî Ajansa Fermî ya Îranê IRNAyê, li bajarê Şîrazê yê Îranê erîşî qebrekê hat kirin û hat diyarkirin ku di encama vê êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Di ajansê de hat ragihandin ku vê êvarê saet derora 19.00an, êrîşî Qebra Şah Çiraxê ya li Şîrazê hat kirin û di encama vê êrîşê de 4 kes rastî guleyan hatin.

Hat diyarkirin ku ji van kesan 2 jê can dan 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedaran ve hatin dayîn herdu kesên hatine kuştin nobedarên qebrê bûne û birîndar jî serdêrên qebrê bûne.

Hat zanîn, heta niha tu aliyekê berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe lê belê par ji aliyê rêxistina terorî ya IŞÎDê ve li heman cihî êrîş hatibû kirin û di encamê de 13 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin