PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Iraqê bi sedema ku dê roja îna bê de, li Bexda, bajar û hinek bajarokên başûrê Iraqê xwepêşandan çêbibin, xwe amade dike. Di nava mehekî de gelek xwepêşandanên mezin çêbûn û niha car din tê gerandin ku dê xwepêşandanên mezin çêbibin.
Tevgera Muqteda El Sadir ragihandibû kê dê roja înê ne tenha xwepêşandan lê wê li dijî hukumetê raperîn bêkirin û hukumetê bixînin. Hem Sadr hukumetê tehdîd kiribû da ku artêşa Iraqê li dijî xwepêşandêran raneweste û wan neêşîne.
Artêş di roja pêncşemê siet 08.00 ê sibê xwe amade dike û tedbîrên xwe li seranserê Iraqê digre. Ji xwe li herêma Kurdistanê dê tiştekî weha nebe. Ew xwe amadekirin wê heya kîjan rojê dewam bike nayê zanîn. Wê li gor tevgeran û dewama xwepêşandan û bûyerên dahatûyê, wezaret birayara xwe bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin