PeyamaKurd – Li Îspanyayê serokwezîr Pedro Sanchez planekî çêkir da ji bo serpereştên Katlanan efûyekî derxe lê grûbekî li payîtex Madrîdê, li ber baregeha partiya desthilat xwepêşandan kir û nerazîbûna xwe diyar kir.
Polîs, ji bo xwepêşandêran bela bikin bi xazê û jopan muxaxeleyê çalakvanan kir. Medya Îspanyayê ragihand ku serokê partiya muxalefeta rastgir Vox lideri Santiago Abascal jî di nav wan de li dora 4 hezar kes tevlî çalakiyan bûne. Serokwezîr Pedro Sanchez di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Êrîşkirina ser navenda partiya PSOE, tê vateya êrîşa ser demokrasiyê û kesên bi demokrasiyê bawerin.”
Tê gotin ku wê di 18ê Mijdarê de li Madrîdê car din xwepêşandanê bikin.
Katalanya weltekî ji Îspanya cudaye lê niha di nav axa Îspanya de ye. Ji ber serpereştên Katalanyayê serxwebûna welatê xwe dixwestin, dewleta Îspanyayê hinek setrpereştan xistiye zîndanê û hinek ji wan firarê dewletê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin