PeyamaKurd - Piştî hilbijartinên 27ê Cotmenê yên li Îsraîlê, Serokkomar Isaac Herzog erka avakirina hikûmetê da Gadi Eisenkot ku wekî hevrikê herî bihêz ê Serokwezîr Benjamin Netanyahu tê zanîn.
Di encama şêwiran de, Herzog diyar kir ku ji 120 parlamenteran 67 kesan piştgirî daye Eisenkot û 46 parlamenteran jî piştgirî daye Netanyahu.
Tê gotin ku partiyên Ereban jî piştgirî dane Eisenkot û ew gihandine 67 dengan, lêbelê Eisenkot naxwaze cih bide partiyên Ereban di nava hikûmeta xwe de.
Ji bo avakirina hikûmeteke serketî li welêt 61 kursî pêwîst in, lê di hilbijartinan de ti blokekê nekarî vê hejmarê bi tena serê xwe bi dest bixe.