Li Îstenbolê operasyona ser rêxistinên çepgir hat kirin: 5 kes hatin girtin

Li Îstenbolê operasyona ser rêxistinên çepgir hat kirin: 5 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê polîs operasyon kir ser rêxistinên Tirkiyê yên çepgir yên bi navên DHKP/C, MLKP û TKP/ML. Di operasyonan de 15 kes hatin binçavkirin. Ji 15 kesan 5 kes ji wan bi biryara dadgeriyê şandin zîndanê.

Ji 15 kesan 3 kes ji wan li baregeha asayîşê hatin berdan û 12 kesan birin edliya Çağlayanê. 5 ji wan bi biryara dadgeriya sulh cezayê şandin zîndanê û 7 kes ji wan bi şertê ku ‘mala xwe terk nekin’ hatin berdan.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.