PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Îstenbolê bi sedema talûka şewata daristanan, li seranserê bajêr avêtina fişekên hewayî, fişekên îşaretê, meşale û tiştnên weka wan yên teqemeniyê û yên dibin sedema derketina şewatê, di navbera rojên 16 Tîrmehê û 28ê Cotmehê de qedexe kirin.
Parêzgeha Îstenbolê bi sedema di mehên havînê de germ zêde dibe û talûka vêketina agir ya daristanan heye, vê biryarê da.
Parêzgehê di biryara xwe de got ku ji bo aramiya welatiyan, ewlehî û hûzûra wan, ji bo ciyên fişekên heweayî lê dikevin, li wan ciyan şewat dertê û ji bo şopandina bicîhanîna biryarê, ferman hatiye dayîn.