PeyamaKurd- Li Japonyayê li bajarê Osakayê erdhejeke bi şîddeta 6.1ê çêbû. Di encama erdhejê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku erdhej li bakurê bajêr, 13 km.yan di binê erdê de çêbûye. Ajansa Afatan ya Navnetewî ragihand ku li gorî agahiyên pêşî, 3 kes mirine û nêzîkî 100 kesî jî birîndar bûne.
Piştî erdhejê di gelek avahiyan de derz çêbûne, gelek rê qelişîne û xetên ava vexwarinê jî zerar dîtine. Ji xeynî vê, ji bo tsunamiyê tirseke mezin nîn e.
Wekî ku tê zanîn, li Japonyayê gelek caran erdhej çêdibin; lê piranî di van erdhejan de mirin û zerara maddî zêde çênabin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin