Li Kerkûkê di 48 saetan de 3 caran erdhej çêbû

Li Kerkûkê di 48 saetan de 3 caran erdhej çêbû

PeyamaKurd - Li bajarê Kerkûkê di nava 48 saetan de 3 erdhej çêbûn ku ya dawî bi tundiya 3,4 pileyan hat tomarkirin.

Hate ragihandin ku erdheja dawî şevê din saet di 22:30an de li rojhilatê Kerkûkê, di navbera navçeya Leylan û navçeya Teqiye el-Cebarê de di kûrahiya 10 kîlometreyan di bin erdê de rû daye.

Ev erdhej ku nêzîkî 30 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e, bû erdheja sêyem ku di nava du rojên dawî de li herêmê tê tomarkirin.

Hate diyarkirin ku ev tevgerên sîsmîk ji ber fişara xwezayî ya tebeqeyên erdê ne û ti metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyan niha tune ye.