PeyamaKurd- Li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê, ji ber bahoz û barana zêde lehiyên dijwar rabûn û di encamê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Parêzgarê Kalîforniyayê Gavin Newsom, li gelek herêman wekî Los Angeles û San Diegoyê "rewşa awarte" ragihand.
Hate diyarkirin ku ji ber şert û mercên xirab ên hewayê nêzîkî 100 hezar kes bê elektrîk man û gelek rê hatin girtin.
Rayedar hişyariyê didin ku metirsiya lehiyên ji nişka ve û şemitîna axê berdewam bike, nemaze li wan deverên ku berê di şewatên daristanan de zirar dîtine.
Ttîmên rizgarkirinê hewl didin welatiyên di otomobîlên xwe de asê mane derxin. Hate diyarkirin ku barîna zêde ya baranê û herikîna bermayiyan jiyana rojane li başûrê eyaletê bi tevahî rawestandiye.