Li Kayseriyê bazirganekî sûriyeyî di êriseke çekdarî de hat kustin

Li Kayseriyê bazirganekî sûriyeyî di êriseke çekdarî de hat kustin

PeyamaKurd - Li bajarê Kayserî yê Tirkiyê, bazirganê sûriyeyî Mihemed Elhac (35) salî li ber deriyê mala xwe rastî ‎êrîşeke çekdarî hat. Elhacê ku di wê êrişê de bi giranî birîndar bûbû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê li wê derê jiyana xwe ji ‎dest da.‎

Bazirganê sûriyeyî Mihemed ‎Elhac duh bi şev, li Taxa Erkilet Osmangazî ya Kayseriyê, li deroran 10 û nîvê şeve, li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa kesekî an hinek kesan ‎ku heta niha sedem nayê zanîn hat.

Elhac bi giranî birîndar bû û gumanbar jî reviyan. Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên ‎tendirûstî û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Elhac ku bi demançeyê ji çend cihên xwe birîndar ‎bûbû, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kayserî hat veguhestin. ‎Lê ligel hemû hewldanên pêwist ên pizîşkiyê jî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku bo girtina gumanbaran ‎polîsan dest bi lêkolînan kirine. Lê heta niha nehatiye zanîn ka bazirganê sûriyeyî ji ber çi rastî wê ‎êrîşê û hatiye kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin