Li Keralayê ji ber lehiyê û hezê 26 kes mirin

Li Keralayê ji ber lehiyê û hezê 26 kes mirin

PeyamaKurd – Li eyaleta Kerala ya Hindistanê ji barana zêde, di rabûna lehiyê û heza li erdê ket de, herî kêm 26 kes mirin. Di heman afatan de 11 kes birîndar bûn, 4 kes wenda bûn, 27.048 kesan di kampan de bi cîh kirin û 1.882 hektar araziyê çandiniyê zerarê dît.

Kerala dikeve başûrê Hindistanê. Serokwezîrê Kerala VD Satheesan, di civîna çapemeniyê de encama rûdanê ragihand û got ji 1ê Tebaxê de baran, lehî û heza erdê dewam dike, gelek xanî di bin avê de mane û heya niha ava heyî nepaliyaye.