Li Kermanê di çalakiyan de 6 Belûc hatin girtin û 7 jin birîndar bûn

Li Kermanê di çalakiyan de 6 Belûc hatin girtin û 7 jin birîndar bûn

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê di çalakiyên li Kermanê li navça Faryabê li gundê Paşmûkî nêzê madena kromitê çalakiya aştiyane ku hat kirin, bi şiddetê çalakvanan ji hev belav kirin. 3 ji wan jin 6 Belûcî hatin girtin û 7 jin jî birîndar bûn ku di nav birîndaran de xortekî 17 salî heye.

Hengawê ragihand ku di 17ê Hezîranê de hêzên dewletê avetine ser çalakvanan, di operasyonê de Marzieh Hout (28), Mah Bibi Hout (37), Somayeh Bamari (32), Ali Bakhsh Bamari (46), Reza Beig Bamari (43) û Anwar Hout (40) girtine.

Di nav birîndaran de 6 jin û zarokekî 17 salî heye. Yên birîndar Soraya Hout (26), Mehsûm Hout (27), Mina Hout (17), Dorkhatoun Hout (36), Safieh Bamarî (30), Mahnûr Bamari (34) û Bibi Naz Bamari (40) ne.

Li gor ragihandina Haalvshê; çalaki li ser dewra madene li dar xistine. Nahêlin xelkê deverê jimadenê fêde bibîne û daîma mafên wan dixwun.