PeyamaKurd – Bajarê Şirnexê yê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, bi hinceta belavbûna vîrusa koronayê ji her cure meş û çalakiyan re hat girtin.
Desteya Tenduristiyê ya parêzgariya Şirnexê ragihand ku bi hinceta pêşîgirtina pandemiya koronayê û parastina tenduristiya hemwelatiyan her cure çalakî û xwepêşandanên bên kirin qedexe kir ku ev biryar beriya meşa HDPê ya ber bi Enqerê hat wergirtin.
Li gorî biryara desteya tenduristiyê ji 15ê Hezîranê ve heta 15 rojaan meş û çalakiyên cemawerî yên kombûna li nav sînorên bajarê Şirnexê hatin qedexekirin.
Hêjayî gotinê ye, heman biryar ji bo bajarên Colemêrg, Wan û Tekîrdagê jî hatiye wergirtin ku HDPê biryar daye ji 15ê Hezîranê ve ji du milan (Edîrne û Colemêrg) meşekê ber bi Enqerê ve bide destpêkirin.
HDPê ev biryar piştî xistina parlamentariya du parlamentarên xwe Leyla Guven û Musa Farisogullari wergirtiye ku vê meşê wekî protesto li dar dixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin