PeyamaKurd – Li Libyayê Wezîrê ji Karûbarên Kabîneyê Berpirs Adel Juma, rastî hewldana sûîqestê hat.
Hate ragihandin ku otomobîla wezîr Adel Juma li Trablûsê rastî êrîşeke çekdarî hatiye û Juma di encamê de birîndar bûye.
Li gorî daxuyaniya hikûmetê otomobîla Juma dema li ser rê dimeşiya rastî êrîşê hatiye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Derbarê rewşa tenduristiya wî û êrîşkaran de agahî nehatin dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin