Li Lîtvanyayê alarma balafirên bêmirov: Serokkomar û Serokwezîr birin stargehan

Li Lîtvanyayê alarma balafirên bêmirov: Serokkomar û Serokwezîr birin stargehan

PeyamaKurd - Artêşa Lîtvanyayê, ji ber binpêkirina qada asmanî ya welêt ji aliyê balafirgireke bêmirov ku tê texmînkirin ji aliyê Belarûsê ve hatibe şandin, alarma herî jor a "metirsiya asmanî" ragihand. Li ser vê hişyariya serbazî, li paytext Vîlnîûsê ji gel hat daxwazkirin ku bi lezgînî berê xwe bidin stargehan û her weha qada asmanî ya Balafirgeha Vîlnîûsê bi temamî li ber firînan hat girtin. Ajansa nûçeyan a Baltic News Service (BNS) aşkere kir ku di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê yên lezgîn de, Serokkomarê Lîtvanyayê Gitanas Nauseda û Serokwezîr Inga Ruginiene ber bi stargehên bin erdî yên parastî ve hatine veguhastin û avahiya Parlamena Lîtvanyayê (Seimas) jî bi temamî hat valakirin.