PeyamaKurd – Li Zankoya Londrayê, beşa navenda xebatên Rojhilata Navîn û Zanistên Aborî û Siyasal konferansa Xebatên Kurd tê lidarxistin û wê 2 roj dewam bike. Zanko ya Londrayê girîngiyê dide mesela Kurd û 5 sale ku li ser Kurda rêzexebatan dike.
Ji sed kesî zêdetir akademisyen yên di derbarê Kurdan de pirtûk û lêkolînên wan hene, yên hem Kurd û biyanî tevlî konferansê dibin. Di nav kesên wê tevlî konferansê bibin de Martin van Bruinessen jî heye ku di derbarê Kurdan de li 4 ser perçe Kurdistanê 7 pirtûkên wî hene.
Di konferansê de wê li ser 4 perçên Kurdistanê li ser rewşa wan ya aborî, siyasî û civakî nirxandinan bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin