PeyamaKurd – Wezîrê karên civakî yê Lubnanê Hanin es-Seyyid di civîna çapemeniyê de ragihand ku di êrîşên dawiyê yên Îsraîlê yên ser Lubnanê de an ku ji 2yê Adarê heya îro 1 milyon 162 hezar û 237 kes ji ser warên xwe derketine û seredana ji bo bicîhbûna li warên hewandinê kirine.
Wezîr ragihand ku heya niha 645 ciyên hewandinê ava kirine û zêdetirî 133 hezar kesan bicîh kirine. Ji bo xizmeta wan, dezgeyên pêwendîdar bi koordîne dixebitin.
Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku heya niha di êrîşên hewayî û bejayiyê de ji 2yê Adarê heya niha 1039 kes mirine.