PeyamaKurd – Piştî Saad Harîrî nikaribû hukumeta Lubnanê ava bike û mijar hat ragihandin, xwepêşandan destpêkirin û li bajarê Trablusşamê şer derket û di encamê de 25 kes hatin birîndarkirin.
Piştî ragihandina Harîrî, Lubnanî bêîstîqrariya siyasî û şertên jiyanê protesto kirin û derketin kolanan. Li bajarê Trablusşamê li devera Jabal Mohsen xelkê rêyan girtin. Bo vekirina rêyan hêzên ewlehiyê mudaxeleyê xwepêşandêran kirin û di navbera wan de şer derket.
Hêzên ewlehiyê bombeyên xazê bikaranîn û xwepêşandêr bi dar û keviran li wan xistin. 25 kesên birîndar bûn ji aliyê tîmên tenduristiyê de bi ambûlansan birin nexweşxanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin