Li Lubnanê di êrîşan de 52 kes mirin û 154 kes birîndar bûn

Li Lubnanê di êrîşan de 52 kes mirin û 154 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ser Hîzbûllaha Lubnanê de, jimara kuştiyan 21 zêde bûye û giha 52 kesan. Jimara kesên birîndar bûne gihaye 154 kesan.

Wezaretê ragihand ku heya niha 221 êrîş hatine kirin, ji ber êrîşan 28.586 kes ji ser ciyên xwe koç kirine û niha 186 navend bi demkî xizmetên hewandinê didin.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di êrîşan de serpereştê îstîxbarata Hîzbûllahê kuştine. Berya êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê destpêbikin, Hîzbûllahê bi roketan li Îsraîlê xistibû da destekê bide Îranê.