Li Minbicê teqîn: 6 sivîl birîndar bûn

Li Minbicê teqîn: 6 sivîl birîndar bûn

PeyamaKurd - Di danê nîvro de li Minbicê çeteyekê êrîşkar li dijî welatiyên sivîl êrîşa xwekujiyê pêk anî.

Di encama êrîşê de 6 sivîl birîndar bûn

Îro saet derdora 13.00’an de li ser rêya navdewletî ya li sûka El Meşiyê ya Minbicê, li nêzî noqteyeke derbasbûna erebeyan êrîşa xwekujî pêk hat. Hat zanîn ku kesê êrîşkar xwe di erebeyê de teqandî ye.

Li gorî agahiyên ji Minbicê, di encama teqînê de welatiyên sivîl ê birîndar rakirin nexweşxaneya Minbicê.

Têkildarî mijarê xebatkarên tenduristiyê agahî dan û destnîşan kir ku ji welatiyên birîndar rewşa kesekî giran e

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin